Li Brûkselê ji bo Ocalan çalakî hate kirin

Ji bo bi daxwaza lezgîn hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê, li pêşiya Ofîsa Konseya Ewropa ya Brûkselê çalakiyek hate kirin.

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropay (TJK-E) û NAV-BEL Kurdistanî û dostên wan ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan li pêşiya Ofîsa Konseya Ewropayê hatin ba hev.

Çalakvanên ku posterên Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, dawî li êşkenceya Îmralî bînin’ vekirin, bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê kir ku bikevin tevgerê. Piştî çalakiyê heyetek bi rayedaran re civiya. Piştî civînê li gorî agahiyên bi çalakvanan re hate parvekirin wê rayedarên ofîsê daxwaza wan bigihîne navenda CPT a li Strasboûrgê.