Li Brukselê Civîna Diyaloga Kurdî-Erebî hat lidarxistin

Civîna Diyalogê ya Kurd-Ereb a KNK’ê malovaniya wê kiribû hat lidarxistin.

14’ê Gulanê li bajarê Bruksel a Belçîkayê li ser banga KNK’ê Civîna Diyaloga Kurd-Ereb hat lidarxistin. Gelek siyasetmedar, akademîsiyen, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan ên ji Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur tevlê civînê bûn.

Her wiha kesayetiyên Ereb ji Sûriyê, Iraq, Sûdan, Fas, Sahraya Rojava û ji Rojava û Başûrê Kurdistanê jî kesayetiyên Kurd di civînê de amade bûn.

Di civînê de krîza li cîhanê heyî, rengdanên wê li ser herêmê, rewşa welatên herêmê, siyasetên herêmê yên dewletên rojavayî û polîtîkayên zêdexwaziyê yên di serî de Tirkiye û Îran hemû dewletên li Rojhilata Navîn hatin destgirtin.

Encamnameya civîna hatî lidarxistin bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hat parvekirin.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye;  

“Ezmûna gelên Ereb û Kurd, têkiliyên wan ên bi axê re, şêweyê têkiliya civakê û asta nirxê, ruhê her yekî ji wan bi rengekî nêzîk û bi hev re heta astekî mezin pêk anî.

Nêzîkbûn û hevbendiya erdnîgarî ya di navbera wan de ji destpêka dîrokê ve ji ber dijwarî û metirsiyên ku ew pêre rû bi rû ne, ew bûne yek, ji bo wan yekîtiyek berjewendî, îrade û çarenûsek ku kêm caran ji bo du gel û çandên serbixwe û temamkirî çêdibe. Lê belê behîsên diziyê yên li ser jiyana mirovan û îradeya serdestiya li ser azadiya gelên herêmê ku ezmûna her du gelan vedihewîne, her wiha guhertinên jeopolîtîk ên jêrîn li ser rûdana polarîzasyoneke dijwar a navneteweyî ya di pergala navneteweyî de ku gefê li avahiya wê dike û navendên desthilatdariyê tê de ji nû ve belav dike.

Lê belê, ew jîngeheke berfireh û yekgirtî pêk tîne ku bi armanca tunekirin û têkbirina qadên lihevhatina çandî, civakî û nirxên jiyana hevbeş a di navbera gelên Ereb û Kurd de, gefê li hebûna wan, jiyana wan û dîtina riyên nû ya bi armanca serdestkirina wan an jî hilweşandina bingehên madî û derûnî yên ku rê dide bigihîjin armancên xwe ango azadî, edalet û demokrasiyê dixwe.

Ev diyalog ji bo têkoşîna li hemberî pirsgirêkên hevpar, derbaskirina krîzê, pêşkêşkirina ramanên çêker, xêzkirina rêyên lihevhatinê, çarçoweyên înteraktîf ên beşdarbûyî yên bi bandor, ji bo avakirina nêrînek hevbeş,  pejirandina çareseriyên tevlêbûniyê yên ku mekanîzmayek çalakiya hevpar ava bikin hatiye pêşxistin. Îro Şemî 14.05.2022 li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de hejmarek ji kesayetiyên rewşenbîr, siyasetmedar û akedemisyenên Ereb û Kurd ji welatên cûr bi cûr ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê amade bûn. Ji ber ku mijara civîna xwe ya şêwirê li ser sê xalan dabeş kirin ku bi giranî bi zelalkirin û destnîşankirina hêmanên qada navneteweyî ve girêdayî ye. Piraniya beşên wê bi krîza şerê Rûsya û Ukrayna û dîmenê herêmî ya ku pêk tîne ve girêdayî ye. Zêdegaviyên Tirkiye û Îranê, hewldanên wan ên berfirehkirin hegemonyaya xwe bi şêweyên rasterast û nerasterast digihîje sînorê dagirkeriyê. Ragihandina şer li ser vîna civakê û binpêkirina wê, şert û mercên jiyana civakan têk dide.

Di civînê de li ser dîtina qadên hevgirtin, hevkarî û jiyana hevpar di navbera gelên Kurd û Ereb de tekez hat kirin. Ne ji ber pêwîstiyeke xwezayî, lê ji ber pêwîstiyeke zêde ya hebûnê û tekez li ser wê yekê hate kirin ku her du gel di pozîsyona çalakiyê de ne. Çarenûsa wan, ne di pozîsyona tengezarî û bêçaretiyê de ye.

Tevî ku di civînê de bal hat kişandin li ser çarçoweyên objektîf ên ku rûyê wan dişopîne û êrîşî wan dike, beşdaran bi hesasiyetek mezin bal kişandin li ser berpirsiyariya xwe ya derbarê krîza ku her du gelan jiyane. Her wiha îşaret bi girîngiya rol û însiyatîfa wan a di nav de hat kirin. Xurtkirina hemû şert û mercên ku gelên Ereb û Kurd li hemberî hemû aliyê hegemonyaya herêmî û navdewletî re têbikoşin hat dest girtin.

Beşdaran vê civînê weke gava destpêkê ya dîtina prisgirêkan, afirandin qadên têkoşînê û xebatên hevbeş di navbera her du gelan (Kurd-Ereb) dîtin.

Ev heweldan dikare rê li ber xêzkirina rêyek paşerojê veke û bersivek hişmendî bide xeterî û derbaskirina encamên wan.  Xebat li ser diyarkirina helwestên hevbeş û pêşniyarên giştî hate niqaşkirin. Tekez hate kirin ku civînên bi vê armancê werin berdewamkirin. Li ser vê bingehê formûlên nerm û hevbeş ji bo pêşxistina van civînan û berdewamkirina wan hatin danîn.”