Li Bruksel û Bremenê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Şengalê hat şermezarkirin- NÛ BÛ

Li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarê Bremen a Elmanya êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê pêkanî hat protestokirin.

Çalakiya ku li ber sefareta Tirk ya li Brukselê hat lidarxistin ji bo bîranîna şehîdên Şengalê deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê NAV-BEL Davût Keskîn di çalakiyê de axivî û diyarkir ku ev êrişên li ser Şengalê hatin kirin berdewama êrişên rejîma hov ê Erdogan ya qetilkirina sivîlan e.

Keskîn got, “Ev êrişane nikarin me çavtirsî bikin, wê li Şengalê felsefe û bîrdoziya Rêber Apo şîn bibe û wê Şengal bigihîje azadiya xwe.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî şehîdên Şengalê” bidawî bû.

BREMEN

Li bajarê Bremen a Elmanyayê êrîşên qirker ên dewleta Tirk ya li ser Şengal û Rojava hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wê ku saet 16:00’an dest bi hatina ba hev kirin ji aliyê polîsên Elman ve hatin astengkirin.

Li hemberî astengkirina polîsan gel bi lidarxistina mîtîngekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir.