Li Brîtanyayê pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê

Li bajarê Lîverpool ê Brîtanyayê yek ji pîrozbahiyên herî bi heybet ên salên dawî yên Newrozê hate lidarxistin. Li Londonê jî 'Newroza Ciwanan' a kevneşop pêk hat. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyan bûn.

Newroza Ciwanan ku her sal bi rengê kevneşopî li Londonê pêk tê, îsal jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Brîtanyayê li avahiya KCC'ê hate lidarxistin.

Newroza Ciwanan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Di şevê de sînevîzyonek ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan û bi navê TCŞ'ê Agît Riha, bi anvê Malbatên Şehîdan Alî Poyraz û bi navê KCDK-Başûr jî Şivan Heval axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye hêvî ji gelên Rojhiata Navîn hemûyan re û destnîşan kirin ku ew di sala têkoşîn û berxwedanê ya li dijî dagirkerî, faşîzm, hevkarî û mejiyê mêr de ne.

Salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Şehîdên Parîsê û alên YPG, YPJ, PKK û KCK'ê hate xemilandin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla" û "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" hatin qîrîn.

Çalakiya îsal a Newrozê diyarî hunermend Mîr Perwer hate kirin ku 23'ê Kanûna 2022'an li Parîsê di komkujiyê de şehît hate xistin.

Destpêkê Koma Zelal derkete serd ikê û piştre jî li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin. Zozan Zûdem û Omîd Sharîfî jî hunera xwe pêşkêş kirin.

Mîna her salê, agirê Newrozê îsal jî li hewşa KCC'ê hate dadan. Li dora êgir govend hate gerandin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate gotin. Ciwanan xwe di ser agirê Newrozê re çeng kirin û fîşekên hewayî teqandin.

LI LÎVERPOOLÊ BI HEZARAN KES TEVLÎ PÎROZBAHIYA NEWROZÊ BÛN

Li bajarê Lîverpool ê Brîtanyayê Navenda Civaka Kurd a Bakurrojava, li Salona Eventîm Roadê çalakiya Newrozê lidar xist. Bi hezaran kes tevlî çalakiya Newrozê bûn.

Ji bajarên Manchester, Hûll, Wrexham û Sheelfîeldê Kurdistanî beşdarî Newrozê bûn. Qada pîrozbahiyê jî bi alên KCK, PKK, PJAK, KODAR, YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan hate xemiandin.

Çalakiya Newrozê ya li Lîverpoolê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Li dû xwendina sirûda neteweyî ya Kurd Ey Reqîb, hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Mîraz Serhat axivî.

NIHA DEMA AZADIYÊ YE

Mîraz Serhat destpêkê qurbaniyên erdheja li Mereşê ya 6'ê Sibatê bi bîr anî û destnîşan kir ku wê bi piştevaniya gel hem birînên xwe bipêin hem jî faşîzmê têk bibin.

Mîraz Serhat got, "Dem dema azadiyê ye" û işaret bi serketina şerê gerîla yê li dijî artêşa dagirker kir.

Mîraz Serhat got, "Ev ruhê bexwedanê wê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne û Abdullah Ocalan azad bike."

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ahmed, Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca û Hevserokê PJAK'ê Siyabend Mûînî bi dîmen peyam şandin. Di peyaman de işaret bi girîngiya têkoşîna topyekûn a li hemberî êrîşên dagirkeriyê hate kirin.

Bi navê KJAR'ê jî Sonya Kerîmî axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye.

Di çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn.

Her wiha tevlîbûneke xurt li kampanya alîkariyê ya Heyva Sor û Re Bûîld hate kirin.

Di çalakiyê de hunermend Berhem Şemamî, Sûna Alan, Diyar û Nasir Rezazî derketin ser dikê.