Li Brîtanyayê Partiya Mûxafazakar di hilbijartinê de bi ser ket

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên li Brîtanyayê ku doh pêk hatin, Partiya Mûxafazakar a bi lîderiya Serokwezîrê heyî Borîs Johnson li Kamara Avamê ku 650 kursiyên xwe hene 368 kursî wergirt û bi ser ket.

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên li Brîtanyayê ku doh pêk hatin, Partiya Mûxafazakar a bi lîderiya Serokwezîrê heyî Borîs Johnson li Kamara Avamê ku 650 kursiyên xwe hene 368 kursî wergirt û bi ser ket. Partiya Karker a bi serokatiya Jeremy Korbyn jî 191 kursî wergirt.

Li gorî encamên nefermî parlamenterên ku partiyan wergirtin wiha ne:

Partiya Mûxafazakar: 368

Partiya Karker: 191

Partiya Neteweyî ya Skoç: 55

Partiya Demokrat a Lîberal: 13

Plaîd Cymrû: 3

Partiya Kesk: 1

Partiyên din: 19