Li Bremenê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn

Li Bremenê ji bo şehîdên meha Cotmehê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Andrea Wolf (Ronahî) û Gûrbetelî Ersoz (Zeynep) di serî de ji bo hemû şehîdên azadiyê yên di meha Cotmehê de şehîd bûne, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Bremenê hate lidarxistin.

Di bîranînê de hate gotin “Duh helwesta Bêrîtanê çawa xeta îxanetê tune kir, şehîdên Mam Reşo û Werxelê jî xeta koletî û îxanetê tune dike û azadiyê diafirîne.”