Li Bremenê Fermana li ser Şengalê hate şermezarkirin

Li Bremenê ya Elmanyayê Ferman'a li ser Şengalê di salvegera Ferman'ê de hate şermezarkirin.

Di salvegera Ferman'a Şengalê de li bajarê Bremenê ya Elmanyayê çalakî hate kirin.

Çalakî li ber Breman HBF'ê hate kirin, ji bo kesên ku di Ferman'ê de hatibûn qetilkirni deqeyek rêz hate girtin.

Ji Koordînasyona Êzîdîyên Ewroapyê Cercûr Cemîl di çalakiyê de axivî. Cemîl got ji bo ku careke dî Ferman neyê ser Şengalê divê Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin, ji bo ku dewleta Tirk û hevkarên wê ji ber rola xwe ya di Ferman'ê de li dadgehên navnetewî hesab ji wan were pirsîn, bang li hiqûqnas, aktivîst, siyasetmedar, rêxistinên girseyî yên demokratîk kir ku kêferatê bikin.