Li Bordeaxûê ciwanên Kurd ji bo Ocalan meşek li dar xistin

Tevgera Ciwanên Kurd li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Ciwanên Kurd bi şîara ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, bi hev re serhildan’ kom bûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Çalakî saet di 19.00’an de li Qada Vîctoîre ya bajarê Bordeaûxê hat kirin.

Ciwanan li ser qadê belavokek xwendin û li ser erêya Saîntre Catherîne meşiyan. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hate hildan.

Ciwanan di dawiya çalakiyê de daxuyanî dan û diyar kirin ku heta azadiya Ocalan pêk were, wê berxwedana xwe bidomînin.