Ji bo azadiya Ocalan li Bonnê çalakiya kon

Li bajarê Bonn a Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon.

Di çarçoveya pêngava “Dem hatiye” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin de, li Bonnê çalakiyek hate lidarxistin.

Roja 22’ê Nîsanê Pênçşemê, li Munsterplatz a li navenda bajarê Bonnê kon hate danîn.

Di çalakiya ku saet 17:30’an de destpê kir, qad bi flama û pankartên bi daxwaza azadiya Ocalan hate xemilandin. Di çalakiyê de heman demê îmze komkirin û bi rêya postayê şandin ji NY’ê re.