Li Bonnê li pêşiya NY’ê çalakiya protestokirinê pêkhat

Komkujiya zarokan ya dewleta Tirk li Til Rifatê pêk anî li ber avahiya Netewên Yekbûyî (NY) hat protestokirin.

Kuştina 10 sivîlan ku 8 jê zarok bûn ya li Til Rifat a girêdayî Şehbayê li bajarê Bonn ya Almanyayê bi çalakiyekê het protestokirin.

Kurdistaniyan bi bangewaziya ango li hemberî êrîşên dagirkerî ya li ser Rojava û komkujiyên sivîlan ya dewleta Tirk pêk tîne bêdengiya xwe bişkîne, li ber avahiya NY hatin cem hev. Navenda NY’ê ya li Bonnê sêyemîn navenda herî mezin a li Ewropayê ye.

Çalakî îro di saet 16:00’an destpêkir, Kurdistaniyên li Bonnê û hawîrdora wê de dijîn tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li gel ku alayên YPG, YPJ û TEV-DEM hatin berzkirin, wêneyên zarokên ku di kumkujiya li Til Rifatê de jiyana ji dest dabûn hatin hilgirtin. Bi hilgirtina pankarta ku li ser hatibû nivîsandin “Komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk lezgîn rawestînin” berpirsiyartiyên NY’ê anîn bîra wê. Di çalakiyê de berdewam drûşma “Erdogan, kujerê zarokan” dihat qîrkirin. Di danezana ku hate xwendin de bal hate kêşandin ku komkujiya li Til Rifatê encama bêdeng mayîna sazî û rêxistinên navnetewî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk e.

Di çalakiyê de dosyayek ya derbarê mijarê radestî berpirsên NY’ê hate kirin.