Li bajarê Bologna yê Îtalyayê bi tevlêbûna Ya Basta, Daî centrî socî Gvalî Tpo, Làbas, Crash, Cîrcolo Anarchîco Bernerî e Rete, bi armanca piştevaniya bi Rojava re meşeke bi heybet hat lidarxistin.
Çalakger, li qada Pîazza Verdî ya zanîngehê hatin ba hev, beriya meşê li ser dîwarê mezin ê li qada zanîngehê diruşima “Jin, jiyan, azadî“ nivîsî.
Girseyê bi alên YPG, YPJ û PKK’ê û bi pankartê li ser “Dev ji bombekirina Şoreşa Jinan berdin“ nivîsandî dest bi meşê kir û dirûşmên “Erdoganê kujer“, “Tirkiyeya terorîst“ û “Jin, jiyan, azadî“ berz kirin.
Çalakî nêzîkê du saetan dewam kir. Li bin birca cêwî ya li navenda Bolognayê êrîşên hewayî yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê û hewildana dagirkirinê hat protestokirin.
Çalakî, piştî banga piştevaniya gelê Kurdistanê re bi dawî bû.