Li Binarên Qendîlê jin xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin

Jinên li Binarên Qendîlê bi dirûşma "Têkoşîna jinan xwebûn, berxwedan û azadî ye" xwe ji şahiya 8'ê Adarê re amade dikin.

Tevgera jinên Azadên Kurdistan (RJAK) bi wesîleya 8'ê Adarê roja jinên cihanê, li gundê Enzê daxuyanî da çapemeniyê û jin hemû vexwend şahiya 8'ê Adarê ya li Binarê Qendîlê.

Daxuyanî ji aliyê endama Encûmena Tevgera Azadî mamoste Qemer Resûl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Rêxistina Jinan Azad a Kurdistanê (RJAK) em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêberê mirovahiyê li Rêber Apo, li tevahî jinên cîhanê û jinên Kurd pîroz dikin.

Jinan di dîrokê de heya roja îro, ji bo gihiştina mafên xwe yên rewa gelek şehîd dane. Weke Kilara Zetkîn, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Ruheyv Silêmanî, Zîlan Pepule û h.w.d

Em bang li tevahî jinên cîhanê û jinên Kurdistanê dikin ku li dijî tûndîtîjî, kuştin û dest dirêjiya li ser zarok û jinan xwedî helwest û têkoşîn bin.

Rêber APO dibêje 'Heta jin azad nebe civak azad nabe, azadiya jin azadiya civakê ye'. Pêşketin û rola jinan bi fikir û felsefeya Rêber APO gihiştiye lutkeyê, ji bo wê divê em jin li her derê xwedî li Rêberê Gelan derbikevin û azadiya xwe bi dest bixin."

Li gorî daxuyaniyê şahî wê 6'ê Adarê li Binarê Qendîlê gundê Derekotr pêk were û bang li jinan hemûyan hate kirin ku tevlî bibin.