Li Bîelefeldê ji bo Rêberê Gelê Kurd name şandin ji NY’ê re

Li bajarê Bîelefeldê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, name şandin ji Sekreteriya Giştî ya NY re.

Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê, TCŞ, TEKO-JIN û Mizgefta Şêx Seîd ji bo balê bikişînin li ser tecrîda mûtlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, name şandin ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re.

Di çalakiya ku gelek kes tevlî bûyî de li ser navê TEKO-JIN/TCŞ’ê Serhed Civan axivî û got: “Ji bo azadiya Rêbertî bê navber wê têkoşînê bidomîn in.”

Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Melle Evdile jî wiha got: “Di vê meha pîroz a Remezanê de her pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bê avêtin wê bibe wesîlleya jiyîna Îslama demokratîk. Her evd û bawermend Ocalan azad bibe rê li ber wacibeyên dînî yên bi azadî bicih anînê vedibe.”

Piştî axaftinan name xistin sinduqên postayê û çalakî bi dawî kirin.