Li Bîelefeldê berxwedana zindanan hate silavkirin

Li Bîelefeld a Elmanyayê bi çalakiyekê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate protestokirin û berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê hatî lidarxistin, silav kirin.

Çalakiyên ji bo piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û protestokirina binpêkirina mafan a li girtîgehan 27’ê Mijdara 2020’an hatî destpêkirin, didome.

Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê bi mîtîgekê, Kurdistanî û dostên wan berxwedan silav kirin, tecrîd protesto kirin.

Çalakiyê li ber Navenda Stasyona Trenê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Meclîsa Demokratîk a Gel a Bîelefeldê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, TEKO-JIN, PYD û aktîvîstên Yekîtiya Hêz a Demokratîk tevlî çalakiyê bûn.

Siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn axivî û diyar kir ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîdek sîstematîk tê pêkanîn û anî ziman wê berxwedan bidome.

Ergîn got: “Hetanî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan neyê azadkirin, wê têkoşîna me dom bike” û diyar kir ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hemû Tirkiye di nava tecrîdê de ye.

Heman demê di mîtîngê de li ser navê PYD’ê Îsa Rojava, li ser navê Yekitiya Hêza Demokratîk Îsmaîl Taş û ji TCŞ’ê Serhed Serhedî axaftin kirin.

Di çalakiya li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan” û “Azadî ji bo girtiyan” berz kirîn de, bi banga tevlîbûna meşa ku sibe li Dusseldorfê were lidar xistin, bi dawî bû.