Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Bîelê şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

Şehîdên têkoşîna azadî û şoreşê yên meha Gulanê li bajarê Bîelê yê Swîsreyê hatin bîranîn.

Meclîsa Gel a Bîelê û Komîsyona Malbatên Şehîdan li Navenda Civakî ya Kurdan şehîdên meha Gulanê bîranîn.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê sînevîzyon hate nîşandan.

Nûnerê KOMAW’ê yê Swîsreyê Tahsîn Farqîn diyar kir ku bi xwedîlêderketina têkoşîna şehîdan ew dikarin girêdayî bîranîna şehîdan bin û got “Divê em mîrateya berxwedanê ya şehîdên xwe bidomînin û li her derê em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.”

Di bîranînê de xizmên şehîdan jî axivîn û bi bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.