Li Bexdayê buroya PDK’ê şewitandin

Li paytexta Iraq a Bexdayê buroya PDK’ê ji aliyê kesên nêzî hêzên Heşdî Şebî ve hat şewitandin.

Hate ragihandin ku li paytexta Iraq Bexdayê ofîsa PDK’ê ji aliyê kes an jî kesên nêzî Heşdî Şebî ve hatine şewitandin.

Komeke nêzî Heşdî Şebî ji ber daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê berê û Wezîrê Maliyê Hoşyar Zêbarî avêtin ser avahiya buroya PDK’ê ya Bexda.

Komê dirûşmên dijî Zêbarî û PDK’ê qîr kirin, dûyê reş ji avahiyê bilind dibin.

Endamê PDK’ê Hoşyar Zêbarî di bernameyeke ya televîzyonê de ev gotibû: “Serokwezîr Mûstefa Kazimî divê Herêma Kesk ji milîsên Heşdî Şebî paqij bike.”