Li Bern û Lûzernê çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî‘ hat lidarxistin

Ciwanên Kurd li bajarê Bern û Lûzernê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û banga bi erka xwe rabe li CPT‘yê kirin.

Li bajarê Bern û Lûzern ê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li dijî tecrîd û polîtîkayên êşkenceya sîstematîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

LÛZERN

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşma "Azadiya Rêberê me azadiya me ye" mîtîngek hate lidarxistin. Kurdistaniyên li ber Bahnhofplatzê hatin ba hev, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hildan.

Hevserokê CDK’ê Ercan Guneş axaftinek kir û got: “Fikarên me yên ji bo tenduristî, jiyan û ewlehiya Rêberê me zêde dibin. Em jiyana Rêber Apo weke sedema jiyanê dibînin, azadiya wî dixwazin. Heta azadiya Rêbertiya me bê misogerkirin em ê li qadan bin.”

Hevseroka din a CDK’ê Sabîha Yilmaz jî diyar kir ku 20 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayên girtin û gotÇ “Piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê me, em weke gelê Kurd ji jiyana Rêberê xwe bi fikar in. Ji vir şûnde em bang li saziyên navneteweyî yên peywendîdar û di serî de CPT dikin ku di demildest tevbigerin û bi erka xwe rabin.“

Piştî axaftinan bi zimanî Elmanî daxuyanî hat xwendin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.

BERN

Li bajarê Bernê jî di çarçoveya pêngava ‘Werîn Cenga Azadiyê’ de çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Elmanî pankarta bi nivîsa "Azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû mirovahiyê ye" û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de girseya gel navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”û “Es lebe Ocalan” hatin berzkirin.

Ciwanan di çalakiyê got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tiştî bikin" û bang li ciwanên Kurd kirin ku li cihê lê bin, rabin li ser piyan.

Çalakî bi axaftin û sirûdan bi dawî bû.