Li Bern û Baselê dagirkerî hate protestokirin

Dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Bern û Basel ên Swîsreyê bi çalakiyên cuda hatin protestokirin.

Di çalakiya ji aliyê Koma Ciwanên Şoreşger ên Bern (RJG Bern) a yek ji rêxistinên ciwanan ên alternatîf ên Swîsreyê ye ve hate lidarxistin de, êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

Ciwanan ber bi Sefaretxaneya Tirk ve dest bi meşê kirin, tevahiya meşê rê li trafîkê girtin. Ciwanên ku dirûşmên ‘Dagirkeriya Rojava û qetilkirina sivîlan bi dawî bikin’ û ‘Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike’ qîr kirin, li ser mudaxeleya polîsan berê xwe dan sefaretxaneya Elmanya. Ciwanan demek dirêj li pêşiya Sefaretxaneya Elmanya bi dirûşman daxwaza rawestandina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê kirin. Li stasyona trenê ya navenda Helvetîaplatz a ciwana rê li trafîkê girtin, belavok belavkirin.

BASEL

Bi pêşengtiya Komîteya Rojava ya Baselê bi sedan Kurdistanî û dostê wan ên li stasyona trenê ya navendê kom bûn, bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protestokirin. Piştre ciwanên ketin stasyona trenê belavokên bi zimanê Elmanî xwendin. Ciwanan piştî xwendina belavokê dawî li çalakiya xwe anî.