Li Berlînê şewata li Kurdistanê hat şermezarkirin

Bi armanca nîşandayîna bertekê ya li hemberî şewitandina daristanên Dêrsim, Çewlig û Bedlîsê li ser banga Cemaeta Dêrsimê, Nav-Berlîn, Kongreya Înşaya Dêrsimê û Yekîtiya Hêzên Demokratîk li Berlîn-Kottbûsser Torê mîtîngek hat lidarxistin.

Ji bo balê bikişînin ser şewata daristanên li Dêrsimê pankarta li ser hatibû nivîsandin “Türkei läßt Dersims Wälder brennen/ Şewatên daristanan yên bi rehendên cuda li Dêrsimê” û ji bo bal bê kişandin li ser qetlîamên xwezayê yên li herêmê pankarta “Naturvernichtung Stop Nature Destruction” û pankarta ku li ser wê wêneyên Mûnzûr, Hewza Mûratê, Çiyayên Qazê, Heskîf, Cerattepe û Gola Salda hatin hilgirtin.

Di mîtîngê de Serokê Cemaeta Dêrsimê Muslum Kardaş îşare bi germbûna global û şewata daristanan ya ji ber sedemê qetlîama xwezayê çêdibe kir.

Kardaş diyar kir ku şewatên daristanan yên li Dêrsimê nakeve vê kategoriyê û got, “Şewata daristanan yên li Dêrsimê beşke ji polîtîkayek eşkere ye.”

Kardaş her wiha da zanîn ku pêwîste divê şandeyek ji saziyên serbixwe têkildarê şewatên daristanan yên Dêrsimê lêkolîn bike û sedem-encamên wê jî bi raya giştî re ragihîne.

Ji Kongreya Înşaya Dêrsimê Irfan Keskîn jî axivî û got; “Şewatên li rojavayê Tirkiyê ji bo rantê ye; lê şewatên li Kurdistanê yên li Dêrsim, Bedlîs û Çewligê, qetlîamên xwezayê yên wek HES’an û Heskîfê siyaseta dewletê ye. Dijî Kurd e!”

Di daxuyaniya li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk-Berlînê hat dayîn de hate gotin ku şewitandina daristanan yên li Kurdistanê polîtîkaya dewletê ye. Bi taybetî şewata li Dêrsimê ne polîtîkayekî nû ye û hat diyarkirin, “Piştperdeyekî dîrokî yê xembar ê Dêrsimê heye.”

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî di mîtîngê de axivî û anî ziman, “Dewlet bi şewatên di serdî de Dêrsim, li Kurdistanê dixwaze mirov qetil bike, heywanan qetil bike, çiqasê jiyana xwezayî hebe wana hilweşîne. Encax li hemberî van êrişan di serî de gelê Dêrsimê, mirovên me bi qehremanî li berxwe didin. ji ber vê sedemê pêwîste li her çar beşên Kurdistanê bertekekî hevpar û netewî were nîşandan.”

Mîtîng bi daxuyaniyan bidawî bû.