Li Berlînê şehîdên komployê hatin bibîranîn

Sema Alp, Ahmet Acar, Mûstafa Kûrt û Sînan Karakûş  hatin bibîranîn ên 17’ê Sibata 1999’an di çalakiya bi armanca protesto kirina komployê de li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê hatibûn qetilkirin.

Ji bo Sema Alp, Ahmet Acar, Mûstafa Kûrt û Sînan Karakûş ên 17’ê Sibata 1999’an dema çalakiya protesto kirina komploya navnatewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Konsolosxaeya Îsraîl a Berlînê di encama gulebaranê de şehîd bûbûn, merasîma bibîranê hate lidarxistin.

Di merasîmê de kêliyên bi hestiyar hatin jiyîn, birayê Sema Alp, birayên Ahmet Acar, hevjîna Mûstafa Kûrt jî nav de gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm ji aliyê Meclîsa Jinan DESTDAN û Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad ve hate organîzekirin.

Li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê çelenga reş hate dayîn û bê navber dirûşmeyên “Kujer Îsraîl”, “Berxwedan Jiyane” û “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.

Siyasetmedar Mûharrem Aral axivî, komplo û komkujiya hatî kirin şermezar kir.

Aral wiha domand; “Welatparêzên me ku xwedî li Rêbertiya me, azadiyê û pêşerojê derketin beşdarî protestokirina komployê bûn bi awayekî hovane hatin qetilkrin. Divê em xwedî li şehîdan derbikevin.”

Hevjîna Mûstafa karakûrt, Kamîle Kûrt jî wiha got; “Ez 21 sal in ez tême vir, heta dawiya temenê xwe ez ê werim vir, ez ê doza şehîdên me bişopînim.”

Karakûrt ku ji Mannehîmê hatibû beşdarî merasîmê bû wiha got; “Em serbilind in.”

Piştî axaftinan heta konsolosxaneya kevin Îsraîlê girse meşiya û qûrnefîl li pêşiya konsolosxaneyê danîn.