Li Berlînê şehîdên komployê hatin bibîranîn

Sema Alp, Ahmet Acar, Mûstafa Kûrt û sînan Karakûş  hatin bibîranîn ên 17’ê Sibata 1999’an di çalakiya bi armanca protesto kirina komployê de hatin qetilkirin.

Ji bo Sema Alp, Ahmet Acar, Mûstafa Kûrt û Sînan Karakûş ên 17’ê Sibata 1999’an dema çalakiya protesto kirina komploya navnatewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Konsolosxaeya Îsraîl a Berlînê di encama gulebaranê de şehîd bûbûn, merasîma bibîranê hate lidarxistin. Merasîm li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîl a li Caddeya Aûgûsta-Wîktorîayê malbatên şehîdan û Kurdistanê beşdar bûn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre çelenga reş li pêşiya vahiyê hate danîn.

Li ser navê malbatên şehîdan daxuyanî hate dayin û wiha hate gotin; “Beriya 20 salan di çalakiya protestoyê ya li dijî Komploya Navnetewî de di encama gulebarana bêbext ya Konsolosxaneya Îsraîlê 4 Kurdistanî eşhîd bûn. Gelê Kurd li dora Rêberê xwe bûn xelek û lîstika komplogeran têk bir. Piştî 20 salan niha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Adbullah Ocalan gelê Kur bi grevên birçîbûnê re rabûye ser pêyan. Em vê berxwedana birûmet silav dikin. Em ê tu caran şehîdên xwe ji bîr nekin.”

Beşa duyemin a merasîma bibîranê li Kolana Schînkel cihê komkujiya beriya 20 salan hate kirin. Li cihê bûyerên qûrnefîl hatin danîn. Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.