Li Berlînê şehîd Rêzan Bîlkay hate bîranîn

Rêzan Bîlkay (Delîl Çiyager) ku di 23'ê Mijdara 2022'an de li Metîna şehîd bûbû, li paytexta Elmanya Berlînê hat bîranîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo Rêzan Bîlkay (Delîl Çiyager) ê di 23’ê Mijdara 2022’an de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Metîna de şehîd bûbû, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Di merasîma bîranînê de ku malbat, dost û welatparêz lê amade bûn, xwişka wî Sermet Bilkay, endama Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê Dayika Şemsê, hevrê Destîna Jiyan û bavê wî Îbrahîm Bilkay axaftin kirin.

Di bîranîna ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir, xwişka Delîl Çiyager Sermet Bîlkay axivî û spasiya kesên beşdarî bîranînê bûn kir. Bîlkay da zanîn ku Şehîd Delîl ji bo wan gelek bi qîmet e û got, “Delîl rûmeta me ye. Wek hûn jî dizanin, em rojên pir dijwar derbas dikin. Birayê min şehîdê me hemûya ne. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna wî bidomînin."

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê Dayika Şemsî jî axivî û got, “Di serî de sersaxiyê ji Rêberê me, malbata şehîd re dixwazim. Ev ne şehîdê me yê yekeme û ne jî yê dawîn e. Heta welatê me azad bibe em ê şehîdan bidin. Kîjan hêz dikare ewqas mirov bîne ba hev, helbet şehîd in. Şehîdên me, me dikin yek. Ji bo vê jî em têkoşîna ku wan afirandiye mezin bikin û xwedî li keda wan derên."

RÛ BI KEN Û JÊHATÎ BÛ

Hevrêya şehîd Delîl Çiyager Destîna Jiyan di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Me Hevrê Delîl di sala 2013’an de nas kir. Em bi hev re xebitîn. Me serdemek pir girîng derbas kir. Pêvajoya Kobanê hebû, pêvajoyên din jî hebûn. Ne tenê hevrê Delîl; Hevrê Lecwan, Dîcle, Tîjda û gelek hevrêyan ji vir çûn welat. Li çiyayên azadiyê şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Em îro pir bêriya wan dikin. Her hevrê hêviyek mezin dide. Di heman demê de ez dikarim di derbarê Hevrê Delîl de wiha bibêjim; Her kes wî bi rûkenî, henek û wêrekiya wî nas dike.”

Bav Îbrahîm Bîlkay ku piştî sînevîzyona ku jiyana Şehîd Delîl Çiyager nîşan dide spasiya kesên beşdarî bîranînê bûn kir û got, “Delîl şehîdê Kurdistanê ye, şehîdê me hemûyan e. Em soz didin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarên rêya wî bin.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû û piştî merasîmê, Desteya Malbatên Şehîdan wêneyek pêşkêşî malbata şehîd Delîl Çiyager kir.