Li Berlînê qûrbaniyên Dersimê hatin bibîranîn

Di salvegera 84’an a Qetlîama Dersimê de bi hezaran qurbanî hatin bibîranîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê Qetlîama Dersim a di navbera salên 1937-1938’an de hate kirin, bi bîranînekê qûrbanî hatin bibîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtinê û hildana wêneyên qetlîamê destpê kir.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku 84 sal li ser qirkirinê re borî hê jî qirkirin û mêtingerî didome.

Berdevkê Meclîsa Kurdistaniyên Azad Huseyîn Yilmaz, qetlîama Dersimê şermezar kir û got: “Qetlîama Dersimê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin.”

Ji pîrên Dersimê Mahmût Yildiz jî diyar kir ku artêşê êrîşî wan kiriye û got: “Wê hovîtiyê ji bîr nakin. Mafê jiyanê mafekî gerdûnî ye, divê her kes li vê dinê bi azad bijî.”

Hunermedê Kurd Ozan Aydin jî destnîşan kir ku ji kîjan ramanê dibe, bila bibe divê bi hev re bijîn û got: “Divê xwedî li baweriya xwe derkevin.”

Piştî axaftinan û şûnde Ozan Aydin li ber kemneçeyê stran lorand.