Li Berlînê panela Doza PKK’ê ya Dîwana Edaletê ya Ewropayê

Di der barê sedem, encam û bandora têkiliyên navneteweyî yên Doza PKK’ê ku li Dîwana Edaletê ya Ewropayê tê dîtin de, Nav-Berlîn wê 28’ê Îlonê panelekê li dar bixe.

Doza bi armanca derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji “lîsteyên terorê“ yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ku li Dîwana Edaletê ya Ewropayê hat vekirin, 31’ê Adarê hat dîtin. Di doza ku îtîraza li lîsteya salên 2014-2020’an jî di nav de ye de, li ser navê rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan parêzerên wan cih girtin.

Bi qasî aliyê hiqûqî yê dozê aliyê têkiliyên navneteweyî yê dozê jî bi niqaş e. Têkiliya Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropayê û Elmanyayê re, bi mirov re dibe sedema pirsa gelo ji ber têkiliya Tirkiyeyê bi YE’yê re PKK di nav “lîsta rêxistinên terorî“ yên YE’yê cih digire?’’

Navenda Civaka Kurd a li Berlînê çalak e, bi panela ku wê 28’ê Îlonê li dar bixe dixwazê balê bi ser pirsnîşanan de bikişîne.

Hevserokê MAF-DAD’ê hiqûqnas Mahmût Şakar ku pisporek ji pisporên mijarê ye û Berdevka Tevgera Jinan a Ewropayê (TJK-E) Melîke Yaşar, li panela bi navê “Sedem, Encam û Bandora Doza PKK’ê ya Dîwana Edaletê ya Ewropayê“ de wek axaftvan cih digirin.

Panel wê di saet 18.00’an de li Residenzstr. 54, 13409 Berlînê bê lidarxistin.