Li Berlînê meşa ‘Yekîtî, Bi Hevrebûn, Perçenebûnî’ hat lidarxistin

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi tevlêbûna bi hezar kesan meşa ‘Yekîtî, Bi Hevrebûn, Perçenebûnî’ hat lidarxistin.

Sendîka, rêxistinên mafên mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û tevgerên ekolojiyê jî di nav de 300 rêxistin tevlî meşê bûn. Di meşê de ji bo mafên mirovan, edaleta civakî û krîza avhewayê peyamên hevgirtinê hatin dayîn.

Meclîsa Nav-Berlîn û gelê Kurd jî tevlî meşê bûn.

Li ser navê Nav-Berlînê axaftin hate kirin û di axaftinê de qala qirkirina siyasî, çandî û ekolojîk a dewleta Tirk a faşîst hate kirin.

Di axaftinê de hate gotin “PKK ji bo parastina Kurdistanê û ji bo ku doza Kurdan ji asta herêmî bîne asta global têkoşiyaye. Rêveberiyên faşîst ên Tirk û artêşa wê bi salan çand û zimanê Kurdî qedexe kir, mirov bi darê asîmîlekirin, bi hezaran gund şewitandin. Bi deh hezaran siyasetmedar, rojnameger û çalakger hatin girtin û êşkence li wa hate kirin. Tekane hêza ku li hemberî vî tiştî li ber xwe da PKK ye. Ji 40 salî zêdetir e hemû çand û zimanê li Kurdistanê û xwezaya Kurdistanê diparêze.”