Li Berlînê meşa li dijî qedexekirina PKK’ê dest pê kir

Li dijî qedexeya PKK’ê ya ku ji sala 1993’an û vir ve ji aliyê dewleta Elman ve tê meşandin, bi hezaran kesan dest bi çalakiya şermezarkirinê dikin.

Qedexeya 30 salan a li ser PKK’ê li Berlînê bi dirûşma “Qedexeya PKK’ê rakin, rê li ber aştiyê vekin” (Den weg für Feieden ebnen, PKK-Verbot Aufheben) tê şermezar kirin. Di 26'ê Mijdara 1993'an de bi bulteneke 53 rûpelî ya ku ji aliyê Wezîrê Karê Hundir ê Elmanyayê yê wê demê Kanter ve hatibû amadekirin ku tê de behsa şerê li Kurdistanê û komkujiyên artêşa Tirk nehatibû kirin, di 26'ê Mijdara 1993'an de PKK’ê hate qedexekirin.

Zêdetirî 50 rêxistin û partiyên siyasî yên sivîl ên wekî Antifa, Interventionistische Linke (Çepên destwerdanê), Linksjugend (Ciwanên Çepgir) û Partiya Çep, her wiha Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED), YXK’ê, YJK’ê piştgirî dan çalakiya girseyî. Her wiha çalakî bi daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê û dawî li polîtîkaya krîmînalîzekirina li ser Kurdan tê pêk anîn.

Meşê li Hermannplatzê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di meşê de bi hezaran kes bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Gerîla ", "Qatil Erdogan, faşîst Erdogan" berz dikin.