Li Berlînê li dijî qedexeya PKK'ê kampanyaya îmzeyan didome

Ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin kampanyaya îmzeyan a li Berlînê ya li Elmanyayê didome.

Bi çarçoweya kampanyaya navnetewî ku Insîyatîva Navnetewî ya ji bo Kurdan Kanûnê dest pê kirî li Berlînê ya Elmanyayê îmze hatin komkirin.

Bi vê armancê li Boxhagener Platzê saet 12:30'an stand hate vekirin. Pêşengiya çalakiya standê aktivîstên enternasyonalîst kirin.

Li standê ya ku afîşa bi nivîsa, ''Ji bo aştî, demokrasî û mafê mirovan PKK'ê ji nav lîsteya terorê ya YE'yê derxin'' îmze hatin komkirin.

Hate ragihandin rojên pêş li cihên cuda yên Berlînê ji bo ku îmze werin komkirin wê çalakî bêne kirin.

Kanûnê Insîyatîva Navnetewî ya ji bo Kurdan ji 30 welatî, kesên navdar bang kiribûn ku tevlî kampanaya ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derêxistin, bibin.

1003 kes 13'ê Kanûna 2021'an tevlî kampanyayê bûbûn û îmze avêtibûn.