Li Berlînê ji bo Nebez sersaxî hate xwestin

Ji bo zanayê Kurd Cemal Nebez ê li bajarê Berlîn ê Elmanyayê rehmet kir, li Cemaeta Dersim a Berlînê sersaxî hate xwestin. Di konê sersaxiyê de li gel hevjîna Nebez dost û bi sedan kes amade bûn.

Ji bo zanayê Kurd Cemal Nebez ê li Elmanyayê dema dihate dermankirin rehmet kir, li Cemaeta Dersim a Berlînê konê sersaxiyê hate dayîn.

Komeka jî weke nûnerên çalakvanên greva birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî serdana konê sersaxiyê kirin.

Di axaftinên li ser navê komê hate kirin, hate gotin ku Nebez nirxekî netewî ye ji bo Kurdistanê windayeke mezin bû.

Hate gotin ku Prof. Nebez ji ber nerazîbûnên xwe yên li hember partiyê hevkar ên Kurd û hinek kesayetan berê xwe neda Başûrê Kurdistanê.

Hate destnîşankirin ku Nebez nebû kesek ji wan ên ji hebûna leşkerên Tirk ya Başûrê Kurdistanê re bêje ‘erê’.