Li Berlînê êrîşa li ser Mexmûrê hate protestokirin

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Teko-Jin’ê ji bo protestokirina êrîşa li ser Mexmûrê mîtîngek û meşek hate lidarxistin.

Nav-Berlîn û Meclîsa Jinan a Dest-Danê jî piştgirî dan meşê. Di meşê de êrîşa ku dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Nîsanê de li dijî Metîna, Zap û Avaşînê dabû destpêkirin û êrîşa di 5’ê Hezîranê de ya li dijî Mexmûrê jî hate protestokirin.

Ji bo şehîdên Kurdistanê bi qasî deqîqeyekê rêz hate girtin. Di çalakiyê de li ser navê komîteya amadekar a mîtîngê hate gotin “Dewleta Tirk ji ber ku li Başûrê Kurdistanê têk diçe, êrîşî gelê sivîl dike. Li cihê ku ditengije jî bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayan dike. Di 5’ê Hezîranê de jî PDK a îxanetkar xwe dide kêleka dewleta Tirk û li Metînayê dixwaze bi pêş ve biçe, li qadên gerîlayan jî baregehan ava dike.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin divê gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk û êrîşên PDK’ê helwesta xwe zelal bike û hate gotin “Divê gelê Kurd xwedî li gerîla derkeve û Kurdistanê biparêze.”

Di çalakiyê de Marksîstên ji Berlînê jî daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin “Elmanya çekan difiroşe Tirkiyeyê û Tirkiye van çekan li çiya û bajarên Kurdistanê bi kar tîne. Em bi Kurdan re ne. Bijî hevgirtina enternasyonalîst.”