Li Berlînê dagirkeriya Tirk bi mîtîngekê hate protestokirin

Li paytexta Elmanya Berlînê êrîşên dagirkeriya Tirk a 23’yê Nîsanê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, hê jî didome, bi mîtîngekê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên xwe saet 17:00’an li Platz der Repûblîk kom bûn, êrîşên dagirkeriyê yên Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin, hate gotin ku êrîş tê wateya qirkirina gelê Kurd.

Çalakiya li ser banga Nav-Berlînê hate kirin, aktivîstên Meclîsa Jinan a Dest Dan, TCŞ û TEKO-JIN jî tevlî bûn. Çalakî bi rêzgirtinê destpê kir.

Piştî belavoka hate xwendin û şûnde Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp axivî. Yîgîtalp got: “Tirkiye li aliyekê êrîşî Efrîn û Şengal dagir dike, li aliyê din dixwaze Başûrê Kurdistanê temamî dagir bike. Tirkiye dixwaze dengê Kurdan li qada demokratîk neyê bihîstin. Dixwazin tola DAÎŞ’ê ji Kurdan hildin. Ji bo vê polîtîkayên ceza li ser HDP’ê ferz dikin.”

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî axivî diyar kir ku hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rastî berxwedana heybet a Tevgera Azadiya Kurdistanê hat û got: “Dewleta Tirkiye ya endamekî NATO’yê ye ku tevî xwedî her cûre çekê ye xwe, nikare windabûna xwe ya li ber îdeolojiya mezin a heybet a gerîla veşêre.Em Kurdên li vir berxwedana azadiyê ya Kurdan silav dikin, nêzîkatiya dewletên Ewropa qebûl nakin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan’ bi dawî bû.