Li Berlînê çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi pêşengiya tevgerên ciwanan TCŞ û TEKO-JIN’ê, ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Kurd û dostên wan tevlî mitîngê bûn ya ku di saet 18:00’an de li Alexanderplatzê hate lidarxistin.

Di mitîngê de yek ji aktîvîstên endamê TCŞ’ê axivî û teqez kir ku ew qet tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan qebûl nakin.

Di çalakiyê de li ser hev dirûşme ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin berzkirin.

Di heman çalakiyê de, li ser navê PYD’ê Suleyman Hajo axivî û diyar kir ku fikir û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd li tevahiya cîhanê tê pejirandin û bal kişand ku cihê ku vî fikrî lê jiyan dîtî Rojava ye.