Li Berlînê Şoreşa Rojava hat pîrozkirin

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi munasebeta salvegera Şoreşa Rojava merasîmek hat lidarxistin.

Merasîma ku PYD’ê li Oranîenplatz a Berlînê lidarxistî, NAV-Berlîn, Meclîsa Jin a Dest Dan û gelek saziyên din tevlê bûn.

Li ser navê komîteya amadekar Huseyîn Taşan, Şoreşa Rojava silav kir û got “Şoreşa Rojava şoreşa gelan e û divê hemû gel xwedî li vê şoreşê derkevin.”

Nûnertiya PYD’ê ya Elmanya Xebat Şakîr jî got; “Berxwedana Rojava berxwedana gelan e. Divê vê berxwedanê mezin bikin û heya ku dibe xwediyê statu li qadan bin û divê xwe rêxistin bikin.”

Hunermend Hozan Aydin, Koma Vejîn, Nûbahar, Îbrahîm Kurdî, Şerîf Omer, Gruba Soran, koma folklor û Helbestvan Dîmas tevlî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.