Li Berlîn û Leîpzîgê êrişên dewleta Tirk hate şermezarkirin

Li bajarên Berlîn û Leîpzîgê yên Elmanyayê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin.

BERLÎN

Li Berlînê êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Paraastinê yên Medyayê hate protestokirin.

Gelê Kurd û dostên wan li Alexanderplatzê hatin ba hev û bi çalakiyekê re êrişên rejîma faşîst a AKP û MHP’ê şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin piştî AKP û MHP’ê li Garê derbeke giran xwarin, vê carê berê xwe dane qadên Zap, Avaşîn û Metînayê. Çalakgeran diyarkirin ku ew bêdengiya dewletên Ewropayê jî şermezar dikin.

LEÎPZÎG

Di çalakiyê de daxuyaniya KON-MED’ê hate xwendin û Hevserokê FED-KURD’ê Menderes Canbek axivî.

Canbek diyar kir ku Serokê DYE’yê Joe Bîden ji aliyekî ve Qirkirina Ermenan qebûl dike û ji aliyê din ve jî destûrê dide qirkirina li ser gelê Kurd.

Di çalakiyê de bang li Elmanya û welatên Ewropayê hate kirin ku bila nebin şirîk û alîgirên qirker û kujeran.

Di çalakiyê de haet diyarkirin ku artêşa Tirk çawa ku li Garê têk çû, wê li Metîna, Zap û Avaşînê jî têk biçe.