Li ber avahiya Serokwezîrtiyê protestoya ‘kîmyewî’

Kurdan û dostên wan li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Îngilistanê rê li trafîkê girtin û bêdengiya Îngilistanê ya hemberî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, protesto kirin.

Kurd û dostên wan bi banga Meclîsa Gelê Kurd li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li ber Parlamentoya Îngilistanê hatin ba hev. Bê navber bi Îngilizî û Kurdî dirûşmeyên “Kujer Erdogan, terorîst Tirkiye”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Şerm bike Îngilistan, ji kîmyewî re bibêje raweste” hatin berzkirin. Pankart û dovîzên ku bikaranîna gaza kîmyewî ya dewleta Tirk protesto dikin, hatin hildan. Çalakger ji bo bal bikêşin ser bikaranîna çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin.

Li vir li ser navê Tevgera Jinên Kurd axaftin hatin kirin û bêdengiya dewlet û hikûmeta Îngilistanê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve, hat protestokirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi tunehesibandina hiqûqa navneteweyî, li Kurdistanê kîmyewiyê bi kar tîne û wiha hate gotin: “Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) heta roja îro, li dijî sûcê şer ê dewleta Tirk neketiye nava tevgerê û ev yek tê wateya hevkariya sûc. Îngilistanê jî heta niha li dijî êrîşên kîmyewî, daxuyaniyek nedaye û ev yek wê jî dike hevkarê sûc. Nebin hevkarê vê sûcê mirovahiyê û li dijî hovîtiya dewleta Tirk bikevin nava tevgerê. Li dijî vî sûcî mirovahiyê rawestîn, ji bo her kesê ku dibêje ez mirov im erkek pîroz e. Em bang li her kesê dikin ku vî erkî pêk bînin.”

Girseyê li ber avahiya parlamentoyê demekê protestoya xwe domand û piştre ber bi Qada Trafalgarê ve meşiyan.

Di meşê de çepik û dirûşme hatin berzkirin. Çalakî ji aliyê derdor ve rastî eleqeyek zêde hat.

Girseyê li ber avahiya Serokwezîrtiyê, rê bi temamî li trafîkê girt. Koma ku cilên spî li xwe kiribûn, li cihê ketina hundirê avahiya Serokwezîrtiyê xwe li ser rê dirêj kirin, protestoyên xwe domandin. Piştre dema ku girse gihişt Qada Trafalgarê, çalakiya xwe bi dawî kirin.