Li ber avahiya NY’ê azadiya Kenan Ayaz hat xwestin

Girseya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê hatin ba hev, xwestin Kenan Ayaz demildest bê berdan.

Çalakiya Kurdistaniyan ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, didome.

Di çalakiya rûniştinê ya di vê hefteyê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de didome, hat xwestin siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê li Qibrisê hatibû girtin, biryar hate dayîn ku wî radestî Elmanyayê bikin, demildest bê berdan.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) Tûba Yilmaz axivî. Yilmaz diyar kir ku gelê Kurd zêdeyî 25 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nagirin û got: “Tecrîda li ser Rêberê me veguheriyê êşkenceyê. Heta ku tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin.”

Hevserokê NCDK’ê Mehmet Latîf Çelebî jî anî ziman ku cîhan li ber tecrîda li ser Abdullah Ocalan bêdeng e. Çelebî wiha got: “Raporên Îmraliyê ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) weşand, êşkenceya tecrîdê eşkere kir. CPT, Konseya Ewropa û NY’ê van raporan ji neditî ve tên."

‘LI DIJÎ BLOKA FAŞÎST DENGÊ XWE BIDIN’

Çelebî wiha berdewam kir: “Bloka faşîst AKP-MHP’ê ji ber ku dizane wê winda bikin, êrîşên xwe zêdetir kirin. Ji bo ku em li ber bloka faşîst rabin, divê hemû gelê me, kesên şoreşger, demokrat heta 7’ê Gulanê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."

JI BO ÇALAKIYA ‘JI KENAN AYAZ RE AZADÎ’ BANG HAT KIRIN

Çelebî, banga berdana siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz kir ku di 15’ê Adarê de ji aliyê Qibrisê ve hat girtin û biryara radestkirina wî ji bo Elmanyayê hat dayîn. Çelebî bi bîr xist ku wê 5’ê Gulanê li ber nûnertiya Qibrisa Başûr a li Cenevreyê çalakî li dar bixin. Çelebî ji bo kampanyaya îmzeyê ya ji bo azadiya Kenan Ayaz, banga piştevaniyê kir. Piştî axaftinên Çelebî, girse dest bi çalakiya rûniştinê kir.