Li Belçîkayê bi sedan koçber du meh in di greva birçîbûnê de ne

Li paytexta Belçîka Brukselê li dêrekê û 2 zanîngehan nêzî 500 koçber ji bo mafê destûra mayinê werbigirin du meh in di greva birçîbûnê de ne. Bi sedan ji wan nikarin avê jî vexwin. Fikar heye ku mirov jiyana xwe ji dest bidin.

Rewşa tenduristiyê ya koçberên di greva birçîbûnê de ne nebaş dibe. Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên çep hişyariyê didin ku di her kêliyê de dibe ku dramek rû bide.

Ji 23'ê Gulanê û vir ve 470 koçber di greva birçîbûnê de ne. Piraniya wan jî ji Fas û Cezayîrê ne. Greva birçîbûnê li dêreke li Brukselê û sîsteyên zimanê Fransî û Flamanî yên Zanîngeha Azad tê meşandin.

Li gorî komîteya ku piştgiriyê dide çalakgerên greva birçîbûnê, ji bo serlêdana mafê mayinê bi berfirehî bê nirxandin divê mafê mayinê yê demkî ji bo 6 mehan a jî salekê bê dayin. Çalakger dixwazin ku bi belgeya mafê mayin karibin bixebitin.

Hin ji çalakgeran nikarin avê jî vexwin. Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ji hikumeta federal dixwazin ku êdî dest li rewşê werdin.

Neteweyên Yekbûyî jî di vê mijarê de bang kir. Roja Duşemê du raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî bang li hikumeta Serokwezîr Alexander De Croo kir ku li hemberî rîska 'binpêkirina mafên mirovan' a li ser 150 hezar biyaniyan tedbîran werbigire.

Rêxistina Doktorên Cîhanê dawiya hefteyê ragihand ku ji çalakgeran 300 kes nema avê vedixwin û hişyarî da ku di her kêliyê de dikarin jiyana xwe ji dest bidin.