Li bazara gel a Lîmasolê ji bo PKK’ê 3 hezar îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Lîmasolê ya Kibrisê di bazara gel de ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin, 3 hezar îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Lîmasolê ya Kibrisê di bazara gel de ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin, 3 hezar îmze hatin berhevkirin.
Kurdên li Lîmasolê ji bo ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ were derxistin, di çarçoveya kampanyayê de li bazara gel îmze hatin berhevkirin.
Endamên komîsyona îmzeyê roja Yekşemê saet di 07.00’an de stand vekirin. Komîsyonê diyar kir ku di nava demeke kurt de 3 hezar û 152 îmze berhev kirine.