Li Başûr herî kêm 20 hezar jin di 29 salan de hatin kuştin

Koma Wijdan ku rêxistineke jinan a Başûrê Kurdistanê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji sala 1991'ê dema raperînê û vir ve herî kêm 20 hezar jin bi bahaneyên cuda hatine kuştin.

Koma Wijdan doh êvarê li Parka Dayik a li bajarê Silêmaniyeyê çalakiyek li dar xist.

Çalakî bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê pêk hat û endama komê Sakar Ebdullah daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em di sedsala 21'ê de ne û hîn jî zîhniyeta serweriya mêr zilmê li jinan dike. Rojane bi şêweyên cuda tundî li jinan tê kirin. Li Herêma Kurdistanê ji raperîna sala 1991'ê û vir ve zêdeyî 20 hezar jin bi bahaneyên cuda hatin kuştin."

Li Silêmaniyeyê her wiha li qada Baxê Giştî, Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê li dijî tundî û dagirkeriyê di çarçoveya kampanyayê de çalakiyek lidar xist.

Di çalakiyê de li dijî tundiya li jinê dirûşm hatin qîrîn. Bi navê RJAK'ê Soma Ferhad axivî û got, "Li her devera cîhanê bi rêk û pêk tundî li jinan tê kirin. Li Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tundiya li dijî jinê di asteke metirsîdar de ye. Qanûnên heyî ji bo jinan nînin."