Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Karkerên Swîsreyê (PDA) û Partiya BastA’yê li bajarê Basel a Swîsreyê meşa “Ji bo Aştiyê Sosyalîzm” lidar xistin. Ji derdorên demokrasiyê yên Tirkiyeyî û Swîsreyî gelek saziyan bi tevlêbûna xwe, piştgirî dan çalakiyê.
Girseya li Barfurserplatzê hatî ba hev, li vir ji bo kesên di rêya têkoşîna aştî û demokrasiyê de şehîd bûne, deqeyek rêz girt.
Di axaftinên li ser navê saziyan hatin kirin de, hat destnîşankirin ku li dijî sîstema şer û metîngeriyê ya hêzên emperyalîst, wê aştî tenê bi sosyalîzmê re bê.
Piştî axaftinan meşê bi dirûşmeyên di çarçoveya banga têkoşîna hevpar a şoreşgerî ya li dijî şer û mêtingeriyê destpê kir.
Di meşa ku li navendên girîng ên bajêr disekinî û axaftin dihatin kirin de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Emrûllah Bîngul jî axaftinek kir. Bîngul anî ziman ku tê xwestin ku destketiyên Kurdan ji aliyê hêzên emperyalîst ve bên tunekirin û got: “Îro li beramberî dagirkeriya li ser Ûkraynayê, ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê re çav tê girtin.”
Bîngul da zanîn ku wê wek Kurd û dostên wan li dijî şerên berjewendiyê yên hêzên emperyalîst, berdewam li qadan bin.
Di tevahiya meşê de li navendên girîng belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û meş li Theodorplatzê piştî axaftinan bi dawî bû.