Li Baselê ji bo Albayrak,Şahîn û Guneş çalakî hate lidarxistin

Çalakî li bajarê Baselê ya Swîsreyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate xwestin parêzer Alîcan Albayrak û Huseyîn Şahîn berdan ên ku di 7’ê Mijdara 2020’an li girava Mîdîllî ya Yewnanistanê ji ber ku alîkarî dabûn 2 penaberan hatibûn girtin.

Bi banga Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎGÎF) li Claraplatzê çalakî hate lidarixistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Hevgirtina penaberan ne sûc e’ û wêneyê Gokhan Guneş hate hilgirtin.

Nûnerê ÎGÎF’ê diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên li ser koçberan a dewletên Ewropayê alîkariya bi koçber û penaberan dibe sûc û xwest ku bila Albayrak û Şahîn serbest werin berdan.

Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hate xwendin û banga hevgirtinê hate kirin.