Li Baselê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin‘ didome

Li bajarê Baselê yê Siwîsreyê çalakiya nobetê ya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) di roja 4’emîn de berdewam dike.

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ji bo balê bikêşe li ser zilma li ser girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin bi şîara ‘Em jiyanê diparêzin‘ dest bi çalakiyê kirîbûn û çalakî di roja 4‘emîn de berdewam dike. Çalkgerên ku her roj li qada Claraplatzê di navbera saetên 18.00 û 19.00’an de tên li ba hev, li dijî zilma li ser girtiyan banga hestiyariyê kirin.

Di çalakiyê de daxuyanî bi zimanê Elmanî hate dayîn û bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin.

Di çalakiyê li ser navê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Hasan Sevîm mafê axaftinê girt û got: “Dewleta Tirk a faşît hemû mafê mirovan binpê dike û polîtîkayên qirêj li ser girtiyan dimeşîne. Li girtîgehên Tirkiyeyê hemû mafên girtiyan tên binpêkirin û pêşî li tedawiya girtiyên nexweş tê girtin. Divê li dijî vê zilmê her kes xwedî li girtiyên nexweş derkevin û bibin dengê girtiyan.“

Di dawiya axftina xwe de Sevîm diyar kir ku di rojên pêş de weke TSP wê ji bo girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî dest bi kampanyayekê bikin.

Çalakiya îro bi dirûşmeyan bi dawî bû.