Li Baselê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin‘ didome
Li bajarê Baselê yê Siwîsreyê çalakiya nobetê ya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) di roja sêyemîn de berdewam dike.
Li bajarê Baselê yê Siwîsreyê çalakiya nobetê ya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) di roja sêyemîn de berdewam dike.
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ji bo balê bikêşe li ser zilma li ser girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin bi şîara ‘Em jiyanê diparêzin‘ dest bi çalakiyê kirîbûn û çalakî di roja sêyemîn de berdewam dike. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên siyasî serbest werin berdan“ û wêneyên Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdulrezzak Sûyûr, Vedat Cem Ekrkmen, Îlyas Demîr ên li girtîgehê de hatin qetilkirin û wêneyê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk hate rakirin.
Di çalakiya îro de pêkhateyên ADGB’ê û Partiya BastA ya Swîsreyê piştgiriya çalakiyê kirin. Nûnerê ADGB’ê Fahriye Ûsta axivî û bal kişand li ser rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya der barê girtîgehan de amade kiriye.
Piştre, Segreterê Giştî yê Partiya BastA Franziska Stier axivî û diyar kir ku mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê ne tesadûf e.
Çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin‘ wê heta 7’ê Çileyê bidome.