Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya: 4 kes mirin -NÛ BÛ

Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi dijwariya 5.8 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê li Wanê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li Rojhilatê Kurdistanê bi dijwariya 5.7 pileyî li Xoy, Salmas û Kotolê erdhejek pêk hat. Erdhejê bandoreke giran li Wanê kir.

Li gorî dema Îranê erdhej saet di 09:22 pêk hat. Erheja li bajarê Xoyê bi dijwariya 5.9 pileyî bû.

Navenda Afetê ya Ûrmiyeyê ragihand ku ji ber erdhejê hin mirovan jiyana xwe ji dest dane û xisar li avahiyan bûne.

Tê gotin ku erdhejê xisar li 43 gundên li Ûrmiyeyê kiriye. Pêwendiya bi wan gundan re bi zor û zehmetî dibe.

Ji ber vê yekê jî rayedarên Îranî têkildarî hejmara mirî û birîndarên li gundên Xoy, Salmas û Kotolê daxuyaniyek nedane.

Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, dijwariya erdheja li navçeya Kotolê 5.7 pile ye ku saet di 09:22'an de qewimî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dijwariya erdheja li navçeya Kotol a Xoyê û bajarê Salmasê 5.7 pile ye.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Îranê diyar kir ku li bajarê Xoyê yê Îranê bi dijwariya 5.9 pileyî erdhejek pêk hatiye.

LI WANÊ GELEK KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Erdhejê bandoreke giran li Wanê kir. Tê gotin ku li bajêr 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3 ji wan zarok in. Li gundên Gelenler, Xanik, Kaşkol û Elbisê ên girêdayî navçeya Elbaka Wanê ji ber erdhejê gelek xanî hilweşiyan.

Li gundê Elbisê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 4 û hate gotin ku yên mirin e zarok in. Li gorî agahiyan, tîmên rizgarkirinê heta niha nekarîne xwe bigihînin gundê Elbîsê. Li Elbîsê gundî hewl didin bi derfetên xwe mirovên di binê kavilan de mane derxînin. Heta niha cenazeyên 4 zarokan derxistine.

Keyayê gundê Gelenlerê Ozcan jî anî ziman ku hin xaniyên li gund ji ber erdhejê hilweşiyan.

Her wiha tê gotin ku gelek heywan jî telef bûne.

Fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.