Li bajarên Swêdê Dîyar Xerîb û hevalên wî hatin bibîranîn

Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb ê ku di 5’ê Tîrmehê de ji ber êrîşa dewleta Tirk şehîd bûbû û şehîdên berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li bajarên Swêdê hatin bibîranîn.

HELSÎNGBORG

Bibîranîn li lokala Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk hate kirin. Endamê komîsyona malbatên şehîdan Suleyman Stevrî diyar kir ku dewleta Tirk sala borî Zekî Şengalî qetil kiribû û di şexsê Şengalî û Dîyar Xerîb de gelê Kurd dibe hedef.

Piştî nîşandana sînevîzyona li ser jiyana Dîyar Xerîb, bibîranîn bi sloganên 'Bijî Kurdistan' û 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.

VASTERAS

Bibîranîna li vê derê li lokala komeleyê hate kirin. Li ser navê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk Velî Tosûn axivî û diyar kir ku Xerîb û rêhevalên wî bi alîkariya sîxuran ji aliyê dewleta Tirk hatine qetilkirin.

Tosûn got ku “Di salvegera 37’emîn a 14’ê Tîrmehê de wê têkoşîna me ji bo bibîranîna şehîd Dîyar Xerîb , xeta îxanetê ya Kurdistanê paqij bike.”

GOTEBORG

Bibîranîna li vê derê jî li lokala komeleyê hate kirin. Di bibîranînê de Dîyar Xerîb û Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Di bibîranînê de sînevîzyona li ser Dîyar Xerîn hate nîşandan.

Li ser navê Tevgera Azadî, Mûhammed Kerkûkî diyar kir ku Xerîb jiyana xwe dabû azadiya Kurdistanê û ew şoreşgerekî mezin bû.