Li bajarên Ewropayê faşîzma AKP û MHP’ê hate protestokirin

Kurdistaniyên li bajarên Ewropayê li dijî polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk daketin qadan. Di çalakiyan de Kasim Engîn jî hate bibîranîn.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk li Neû Markt Paltzê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Zînî Wertê, desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê hate protestokirin û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hate bibîranîn.

Di çalakiyê de nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad jî axivîn.

OSNABRÛCK

Li bajarê Osnabrûck ê Elmanyayê êrîşên qirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku di dema pandemiyê de jî dewleta Tirk dijminatiya li dijî gelê Kurd didomîne.

STOCKHOLM

Li bajarê Stockholmê yê Swêdê jî darbeya dewleta Tirk a  li dijî parlementerên HDP’ê û qetilkirina Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn du çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya pêşîn li ser Rêya Drotnîngatanê ya duyemîn jî li Qada Sergelê hate lidarxistin.

Di çalakiyan de sloganên ‘Bimire faşîzm’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hate berzkirin.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborgê yê Swêdê jî ji aliyê Komuna Jinan a Şehîd Sema li Parka Brûnnê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên li ser jinan û desteserkirina peywira hevşaredar û parlementerên HDP’ê hate protestokirin.