Li bajarên Ewropayê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li bajarên Ewropayê Kurd û dostên wan 1’ê Gulanê pîroz kirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê bi tevlêbûna sedan kesan bi meş û mîtîngê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.

Yekîtiya Sendîkayên Elmanyayê xwestibûn di wesayîtên xwe de 1’ê Gulanê pîroz bikin lê pêkhateyên ADGB û MLPD’ê li qadan 1’ê Gulanê pîroz kirin. Bi sedan kes li pêşiya îstasyona trênê hatin ba hev û li ser navê ADBG, ATÎK, AGÎF û NCDK’ê axaftin hate kirin. Di mîtîngê de êrîşa dewleta Tirk a dagirker jî hate protestokirin.

Di mîtîngê de hate diyarkirin wê di 8’ê Gulanê de li Dusseldorfê bi şîara ‘Dawî li faşîzmê û qetlîama li ser jinan a li Efrînê û Şengalê bîne’ meşek were lidarxistin û ji bo tevlêbûna meşê bang hate kirin.

Girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda û sloganên ‘Bijî 1’ê Gulanê’ berz kirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî NCDK, ADGB, MLPD, Dîe Lînke, Antîfa pîrozbahiyê 1’ê Gulanê ya alternatîf li dar xist.

Kurd û dostên wan li Allletefeûrwachê hatin ba hev û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Erdoganê dîktator’ berz kirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnbergê jî Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurdan Nurnberfê, Tevgera Şoreşger a Yekgirtî ya Gelan, MLKP, Partîzan û Dîe Lînkê jî li hev kom bûn û li qada Aûsesplatzê 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Meşa ku li pêşiya Aûsesplatzê dest pê kir, bi daxuyaniya li Rosenparkê bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê jî li 10 dehan 1’ê Gulanê htae pîroz kirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku kesên dewlemend mal û milkên xwe zêdetir dikin û hejarî zêdetir dibe.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî çalakgerên TCŞ, TekoJIN û enternasyonalîst 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Ciwanan di çalakiyê de pankartên ‘Bi hev re serhildan’ û ‘Bi hev re berxwedan’ hildan, flamayên PKK’ê û alayên wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bû, hildan.

HENNEBONT

Li bajarê Hennebontê jî Kurd û Fransiyan 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Sendîkayên karkeran, Êlegzer û gelê Kurd li bajarê Hennebontê 1’ê Gulanê pîroz kirin. Girse saet di 10.00’an de li pêşiya şaredariya Hennebontê hatin ba hev û piştî axaftinan dest bi meşê kirin.

Kurdan bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê jî şermezar kirin û belavok belav kirin.