Li Bad Munderê 'Çarşem Sor' hate pîrozkirin

Li Elmanya Bad Munderê cejna Êzidiyan Çarşema Sor hate pîrozkirin.

Li bajarê Bad Munderê ya Elmanayê bi organîzasyona Mala Êzîdiyan cejna Êzidiyan 'Çarşema Sor''  li hêwana Krîstal Eventê hate pîrozkirin.

'ÊZÎDÎ ŞENGALÊ JI BO XWE MÎNAK DIBÎNIN'

Hevşaredarên Mala Êzîdiyan ên Hamelnê Çareşama Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pîroz kirin.

Hevserokan diyar kirin Êzîdî Şengalê ji bo xwe mînak dibînin, êdî ji bo xwe siyasetê dikin, heke beriya niha jî ev bihata kirin wê YBŞ'ê û YJŞ'ê bikarîbûya xaka xwe biparêze.''

'DIVÊ EM LI NIRXÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN'

Endamê Rêveberiya NAV-YÊK'ê Cahîd Zerdeşt jî got, Êzîdîtî ne malê kesî ye, şop, doz, bawerî, çand û ekolojiyek e, heke bi vê bawer bin û têkoşîna wê bidin ew Êzîdî ne.

Zerdeştî got dîroka Êzdîtiyê bi qasî ya mirovahiyê ye û xwest li nirxên xwe xwedî derkevin.

Piştre stranbêj Silêman Rengîn û Seyda Perînçek stran strandin.