Li Awûstûryayê 41 hezar kes asê man

Berfa ku bi rojane li Awûstûrya û başûrê Elmanyayê dibare, bandoreke giran li jiyana rojane dike. Li Salzbûrgê ji ber metirsiya ketina aşûtê, rê hatin girtin. 41 hezar kes asê man.

Li herêma çiyayê Alpê ya Awûstûryayê û Eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, hefteyek e bê navber berf dibare. Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, hefteya derbasbûyî li Awûstûryayê 8, li Elmanyayê jî zarokek miribûn. Herî dawî li herêma Alpê ya Swîsreyê, kaşûnbazekî 24 salî mir.

Bi berfa zêde re li herêmê felaketên xwezayî li pey hev rû didin. Li herêma çiyayî ya bajarê Salzbûrg ê Awûstûryayê ku berf bi 2 metreyan bilind bûye, rewşa awarte hate ragihandin. Tenê li Salzbûrgê rêyên 11 navçeyan li trafîkê hatin girtin. Tê gotin, 41 hezar kesên li vê herêmê asê mane. Hate ragihandin, ji ber metirsiya aşûtê rê hatine girtin.

Li gelemperiya Awûstûryayê, 180 rê ji ber berfê û metirsiya aşûtê hatin girtin. Li eyaletên Voralberg û Tîrolê, asta hişyarkirinê ya li hemberî metirsiya aşûtê, derket asta herî bilind. Hate gotin, berfa ku li herêmê dibare wê heta danê sibehê 65 heta 100 santîmetreyên din bilind bibe.

Rayedarên Eyaleta Bavyerayê ragihandin, ji îro û pê ve wê berf nebare, lê belê piştî ku berf heliya wê metirsiya rabûna lehiyê dest ê bike. Ji xwe heman piştî hişyariyan, doh bi şev çemê Tûnayê di ser re çû. Fikar hene ku çem û qenalên li Bavyerayê hemû di ser re biçin.