Li Atînayê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meş

Ciwanên Kurd ên li Atînayê dijîn, bi meşa meşaleyî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li Kurdistan, Ewropa û seranserî cîhanê çalakiyên li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker berdewam dike. Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd, meşa bi meşale hate lidarxistin.

Meş ji qada Syntagma ya li navenda paytextê, heta gara trenê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bêyî Ocalan cîhanê bi serê we de hilweşînin”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan ji Kurdistanê bi cehime”, “Dewleta Tirk a terorîst” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk û belavkirina bi hezaran belavokan bi dawî bû.