Li Atînayê çalakiya protestoyî hat lidarxistin

Dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li Kurdistanê bikartîne û êrişan li ser Şengalê pêk tîne û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Atînayê hat şermezarkirin.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û êrişên bi gazên kîmyewî li ser Kurdistanê meşek hat lidarxistin.

Meş li ber avahiya Akademiya ya Atînayê destpêkir û heta nêzî Sefaretxaneya Tirk berdewam kir.

Gel alên PKK û KCK’ê hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê faşîst”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bijî berxwedana gerîla” berzkirin. Derbarê êrişên li ser Şengalê û qadên gerîla belavok hatin belavkirin.

Ciwanan di dema çalakiyê de bi cilên spî yên li ber kiribûn û maskeyên li rûyê xwe xistibûn re bal kişandin li ser bikaranîna gazên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk.

Çalakvanan xwestin heya ber Sefaretxaneya Tirk bimeşin, encax polîsê Yewnanê ew asteng kirin. Li ser vê yekê li nêzî sefaretxaneyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

 Piştî belavok hat xwendin, Hevserokê Navenda Çanda Kurdistanê Erkan Erencî mafê axaftinê girt.

Erencî wiha got: "Li Ewropayê bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Cîhanê ya ji Ocalan re Azadî xebat hatin destpêkirin. Gelek sazî û sendîkayên Ewropayê bi taybetî sendîkayên Îngilîstanê piştgirî dan vê kampanyayê. Dîsa hezar û 3 rewşenbîr, nivîskar û aktîvîstan piştgirî dan vê kampanyayê. Bi bang û kampanyayên xwe re xebitîn ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Lê dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne. Li qadên gerîla gaza kîmyewî bikar tîne û herî dawî jî li ser Şengalê êrîşên hewayî li pey hev pêk anîn. Du welatî di van êrîşan de şehîd ketin, lê dewletên Ewropayê li hemberî van êrîşan bêdeng in, her wiha çavê xwe li tecrîda li ser Rêbertî girtin. Lê Rêbertî bûye ayîdê hemû gelên cîhanê. Dewleta Tirk ewqas belengaz û bêçare ye. Ji ber hincetên biçûk cezayên dîsîplînê dide, lê em li ser rêya Rêberê xwe ne. Em tecrîd û qetlîamên tên kirin şermezar dikin."

Daxuyaniya çapemeniyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.